Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Balyozê Amerîka civiya

2021-01-29T12:19:20.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Li civînê de li gel Serok Nêçîrvan Barzanî, birêz Matthew Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê dûpat kir ku piştî destbikarbûna îdareya nû ya li Washingtonê, Amerîka bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dinere û li hevkarî û hemahengiya li gel hevpeymanên li navçeyê û cîhanê berdewam dibe. Her wiha pesnê rola Herêma Kurdistanê kir ku ji bilî hebûna kêmasiyan, li sîh salên derbasbûyî de Herêma Kurdistanê mînakeke ezmûneke serkeftî nîşan daye û dikarê zêdetir sûd ji derfetan werbigrê.

Êvariya îro pênçşem 28.01.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Matthew Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê civiya. Li civînê de ku birêz Robert Waller Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê beşdar bû, pêşxistina zêdetirê hevbeşî û peywendiyên Amerîka li gel Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo rûbirûbûna gefan guftûgo kirin û tekez li ser girîngiya hevkariya ajansên Amerîka wekî Ajansa Amerîkî yê Pêşxistina Navdewletî û ajansên dinê li Iraq û Herêma Kurdistanê ya li warên kargêrî û teknîkî û yarmetîdana wan ya li proseya çaksaziyê da kir.

Li civînê de behsa derfetên veberhênanên Amerîkî li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û tekez li ser girîngiya rexsandina bingeheke baş û keşêkê handerane ya veberhênan û sermayeguzariya biyanî li welat kirin, bi taybetî li rûyê yasayî, dadwerî û bankdarî ve heta ku bikarin li hemû waran da sûdeke zêdetir li sermayeguzarî û veberhênana Amerîkî û biyanî bi giştî bibînin.

Rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, guftûgoya çareserkirina kêşeyên Hewlêr - Bexda, rûbirûbûna terorê û kirdarên Da'îş û girîngiya hevkarî û hemahengiya artêşa Iraqê û Pêşmerge, berdewamiya piştevaniya Amerîka û hevpeymaniya navdewletî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa pêkhatan û koçber û penaberan, pêwîstiya tebayî û yekrêziya aliyên Kurdistanî, girîngiya parastina azadiya rojnamegerî û raderbirînê li Herêma Kurdistanê û çendîn babetên ji bo her du aliyan girîng û hevbeşbûn beşeke dinê civînê bûn.