2021-06-21T17:30:27.000000Z
Piştî nîvroya îro dûşem 21.06.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Matthew H. Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê kir.
Li civînê de rewşa Iraq û Herêma Kurdistan û navçeyê bi giştî, peywendiyên Amerîka li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, metirsiyên terorê û gefên Da'îş, hilbijartinên pêşwexta Iraqê û paşeroja proseya siyasî li welat, rol û siyaseta îdareya nû ya Amerîka li Iraq û Rojhilata Navîn nirxandin.
Birêz Balyozê Amerîka dûpat kir ku Amerîka li hevbeşî û alîkariya li gel hevpeymanan û dostên li Iraq û navçeyê berdewam dibê û li gel Serok Nêçîrvan Barzanî hevra bû ku teror û metirsiyên Da'îş li Iraq û navçeyê hê jî gefên ciddî û rasteqînene û alîkarî û hemahengî û berdewamiya erkê hevpeymaniya navdewletî ya ji bo rûbirûbûna wan pêwîstin.
Serok Nêçîrvan Barzanî pêgiriya Amerîka ya bi berdewamiya alîkarî û hevbeşiya li gel hevpeymanên li Iraq û navçeyê bi peyameke girîng û cihê piştrastiyê da zanîn û tekez li ser xwesta Herêma Kurdistanê ya bi zêdetir pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Amerîka û berfirehkirina warên alîkarî û hevbeşiya di navbera wan kir.
Li mijareke dinê civînê de birêz Balyozê Amerîka xweşhaliya xwe bi derçûna xuleke dinê Zanîngeha Amerîkî Kurdistan li Dihokê nîşan da û pîrozbahiyê li derçûyan kir, her wiha piştgîriya welatê xwe ya li proseya çaksaziya Wezareta Pêşmerge û hengavên yekxistina Pêşmerge dûpat kir.
Bernameya karê serdana birêz Balyozê Amerîka ya li Herêma Kurdistanê û bi serkirina navendeke kelepûrî ya Siryanî, proseya perwerde û xwendina bilind ya li Herêma Kurdistanê, pêşhatên Rojhilata Navîn û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijareke dinê civînê bû.