2019-07-30T10:01:07.000000Z
Li civîneke birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Dr Omer Elkenderî Konsolê Kuweytê li Herêma Kurdistanê de tekez kir ku Mîrê Kuweytê û Hikûmet û xelk wê bi geşbîniyê ve temaşa berev pêşvebirina peywendiyên xwe yên li gel Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî dikin. Li vî derbarî de balkişandin li ser konferansa avadankirina Iraqê ku li Kuweytê hatibû encamdan.
Li civîna ku nîvro ya îro sêşem 30/07/2019 li Hewlêrê birêveçû, birêz Serokê Herêma Kurdistanê spasî hevkariyên miroviyên Mîr û Hikûmet û xelkê Kuweytê ya ji bo koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û vekirina wan ya beramber bi Iraq û Herêma Kurdistanê kir û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo zêdetir berev pêşvebirina peywendiyên li gel Kuweytê dûpat kir.
Her wiha rêzdar piştgîriya xwe ya ji bo bi cîhkirina rasparde û biryarên konferansa avadankirina Iraqê de nîşan da û hêviya hatina zêdetirê veberhênerên Kuweytî ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê xwest.
Nirxandina rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û qonaxa piştî şerê Da'îş û çend babetekî peywendîdar bi rewşa emnî ya Rojhilata Navîn, mijarên dinên civînê bûn.