Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serokê Awusturya peywendiyan guftûgo kirin

2024-07-04T07:06:30.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Piştî nîvroya îro sêşem 02.07.2024 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Vîyanayê di civînekê li gel birêz Alexander Van der Bellen Serok Komarê Awusturyayê, di derbarê alîkariyên hevbeş û peywendiyên Awusturya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Ji bilî pesindana dîroka peywendiyan û asta wê ya niha, her du aliyan daxwaza xwe ya pêşxistin û berfirehkirina wan ya li hemû waran da tekez kirin. Her wiha rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, guftûgoyên Hewlêr - Bexda yên ji bo çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûr û bi cîhkirina sîstema federalî û hilbijartina Parlemena Kurdistanê nirxandin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spas û rûmetên xwe yên ji bo hevkarî û piştgîriya berdewam ya Awusturyayê li Iraq û Herêma Kurdistanê derbirî. Her wiha pesnê amadehî û rola Awusturya ya li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş da kir. Ji aliyê xwe ve birêz Serokê Awusturya berdewamiya piştgîrî û hevsoziya welatê xwe ya ji bo gelê Kurdistanê û mafên wê dûpat kir.

Li mijareke dinê civînê de behsa pêkvejiyan û rewşa pêkhatan û mafên wan yên li Herêma Kurdistan û Iraqê kirin. Li vî derbarî de her du alî hevra bûn li ser pêwîstiya yarmetîdana Êzdiyan ji aliyê civaka navdewletî ve ku yek ji mezintirîn cangorî û ziyanberketiyên destê terorîstên Da'îşê ne.

Li civînê de ku rêzdarên Balyozê Iraqê û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Awusturya amade bûn, her wiha tîşk xistin li ser peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û navçeyê, guherîna av û hewa û girîngiya alîkariyên hemû cûreyên ji bo rûbirûbûna metirsiyan.