Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serokê Encumena Lordên Brîtanyayê civiya

2021-09-16T15:28:21.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Li duyemîn roja serdana fermî ya xwe ya ji bo Şahnişîna Yekgirtî, nîvroya îro pênçşem 16.09.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Londonê li gel birêz Lord John McFall, Serokê Encumena Lordan ya li Parlemena Brîtanyayê civiya.

Li civînê de di derbarê pêşhatên dawî yên rewşa Iraq û navçeyê, prose û jiyana siyasiya li Iraq û Herêma Kurdistanê û hilbijartinên paşerojê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Brîtanya, şerê dijî terorê, kovid-19, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, bandorên guhertinên keşuhewayê li ser Iraq û Herêma Kurdistanê û çend pirseke dinê girîng û hevbeş de, danustandina bîr û ramanan kirin.

Birêz Lord McFall pesnê proseya demokrasiya li Herêma Kurdistanê û danîna kota ya ji bo mîsoger‌kirina beşdariya jinan û nûnerên pêkhatan li proseya siyasî û jiyana Parlemenî û sazî û damezraweyên hikûmî da kir û dûpat kir ku Parlemena Brîtanya li piştgîriya Herêma Kurdistanê de berdewam dibê, ji bo vê mebestê jî pêşniyar û raspardeyan dide Hikûmeta welatê xwe, her wiha spasî rola Herêma Kurdistanê ya li rûbirûbûna terorê û têkşikandina Da'îş da kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ya ji bo berdewamiya piştgîriya Parlemen û Encumena Lordan û Hikûmeta Brîtanya li Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir, her wiha spasî Parlemena Brîtanya kir ku tawanên Da'îşê yên beramber bi Êzdiyan û pêkhatên dinê li Iraq û Herêma Kurdistanê bi jenosayd nasandiye û daxwaz kir Parlemena Brîtanya li bihêzkirina demokrasî û sazî û damezraweyên welat da, hevkariya Herêma Kurdistanê bike.