Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê: Mûçe mafekî xwezayî yê fermanberên Herêma Kurdistanê ye

2024-04-07T13:39:14.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ Nûçe Kongreyên rojnamevanî
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 07.04.02024ê li bajarê Bexdayê, piştî civîna digel birê Dr. Letîf Cemal Reşîd Serokomarê Iraqê, di civîneke çapemeniyê da got:

Weke ku min doh jî behs kir, civînên me hem bi çarçoveya Hevahengiyê ra, hem bi Serokwezîr û hem jî bi Îtîlafa Rêveberiya Dewletê ra civînên baş bûn. Me li ser mijarên Herêma Kurdistanê û Bexdayê û herwiha rewşa Bexdayê û serdana Serokwezîr bo Amerîkayê gotûbêj kirin.

Di derbarê hilbijartinên Herêma Kurdistanê da jî, helbet, min weke Serokê Herêma Kurdistanê, tiştên ku pêwendî bi me ve hebû me roja hilbijartinan diyar kiriye û em hêvîdarin ku hemû hêzên siyasî bigihin wê baweriyê û têgihîştinek hevbeş li ser wê yekê ku, hilbijartin bêne kirin.

Di bersiva pirsekê da derbarê dabeşkirina mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê bi taybetî hêzên asayişê da, Serokê Herêma Kurdistanê wiha got;

Tişta ku ez niha li Bexda û li Herêma Kurdistanê dibînim ew e ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr li Bexdayê bi berdewamî di peywendiyê de ne ji bo çareserkirina pirsa mûçeyan bi awayekî bingehîn ku êdî dayîna mûçeyî nebe nûçe. Helbet ev mafekî xwezayî yê hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ye. Dixwazim spasiya berxwedana gelê Herêma Kurdistanê bikim û divê Bexda mûçeyên Herêma Kurdistanê dabîn bike, ji ber ku mûçegirên Herêma Kurdistanê beşek in ji mûçegirên Iraqê.

Di bersiva pirseke din ya di derbarê serdana çaverêkirî ya birêz Serokomarê Tirkiyê bo Iraqê, gelo dê serdana Herêma Kurdistanê jî bike? Serok Nêçîrvan Barzanî got:

Ev mijarek bû ku me di civînan da gotûbêj kir, heta niha civîna Hewlêrê weke protokol nehatiye behskirin, tenê behsa civîna Bexdayê dê were hatiye kirin.

Di bersiva pirsa dawî da jî tekez kir ku Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di çarçoveya şanda Hikûmeta Iraqê da beşdarî serdana Washingtonê bike.