2024-03-05T13:02:34.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro piştî nîvro 05.03.2024ê li bajarê Hewlêrê, digel birêz Nesir Memedov Balyozê Azerbaycanê li Iraqê civiya.
Di civînê da behsa pêşxistina peywendiyan û berfirekirina hevkariyên hevbeş di navbera Azerbaycan û Iraq û Herêma Kurdistanê di warên cuda da, rêkarên herî dawî ya vekirina nûneratiya Azerbaycanê li Herêma Kurdistanê û xebatên ji bona destpêkirina geştên raste rast yên asmanî di navbera Azerbaycan û Iraq û Herêma Kurdistanê da hate kirin.
Her du aliyan dupat kir ku, bi girîngiyê ve li peywendiyên di navbera xwe dinêrin û behsa derfetên kar û veberhênanê ji bo kerta taybet û kompaniyên Azerbaycanê li Iraq û Herêma Kurdistanê û hevkariyên di warê çandî de kirin.