Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Çek kir

2021-11-25T11:58:28.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Sibehiya îro pênçşem 25.11.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Petr Stepanek Balyozê nû yê Komara Çek li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî bi xêrhatina wan û pîrozbahiya destbikarbûnê, hemû piştgîriyeke ji bo serkeftina kar û erkên birêz Balyozî nû yê Çek li Iraqê dûpat kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên kevnar û dêrînên Komara Çek li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin bi taybetî jî li warên bazirganî, çandin, kultûrî û akademî û ew warên ji bo her du aliyan girîngin.

Rola Balyozxaneya Çek li Bexda û Konsolxaneya wan ya li Hewlêrê, pejika Korona û encamên wê, rewşa Iraq û hilbijartin û encamên wê, şerê dijî terorê û metirsiyên Da'îş, pêşhatên navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinê hevdîtinê bûn.