2021-02-16T11:49:49.000000Z
Berî nîvroya îro sêşem 16.02.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Stig Paolo Piras Balyozê Danîmark li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de ji bilî dûpatkirina hevsoziya Danîmark li gel Herêma Kurdistanê ya ji bo êrîşa şeva derbasbûyî ya li ser Hewlêrê, her du alî pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Danîmark, guftûgoya Hewlêr - Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyan, budceya giştî ya Iraqê ya ji bo sala 2021 û beşa Herêma Kurdistanê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, rola Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî li hevkarî û piştgîrîkirina Iraqê ya ji bo derbasbûna kêşe û qeyranan û rûbirûbûna gefan guftûgo kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo dûbare vekirina Balyozxaneya Danîmark li Bexda, pîrozbahiyê li rêzdar kir û bi hengavekî girîng ya ji bo hevkarîkirina Iraqê zanî. Her wiha spasî piştgîrî û hevkariyên Danîmark ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletî da kir, bi taybetî jî meşq û rahênana bi artêşa Iraq û Pêşmerge li çarçêweya erkê Natoyê de, her wiha hêvî xwest Danîmark hevbeşî û alîkariyê li Iraq û Herêma Kurdistanê zêdetir bike û girîngiyê bi warê veberhênan û sermayeguzariya Danîmarkî li Herêma Kurdistanê bide.
Girîngiya parastina aramî û hebûna hemahengiya emnî û serbaziya di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federaliya Iraqê li navçeyên maddeya 140, pêşhatên dawî yên di derbarê belavbûna Kovid-19 û hengavên derziya dijî pejik û virusa Korona, rewşa navçeyê bi giştî û çend babetekî dinê girîngê hevbeş, beşeke dinê hevdîtinê bûn.