Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Holanda kir

2021-02-22T17:52:41.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Piştî nîvroya îro dûşem 22.02.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Michel Rentenaar Balyozê Holanda li Iraqê kir.

Li civînê de pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Holanda, derfetên veberhênan û sermayeguzariya biyanî li Herêma Kurdistan û Iraqê , rola Holanda li çarçêweya hevpeymaniya navdewletiya dijî Daîş, guftûgoyên Hewlêr - Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyan û beşa Herêma Kurdistanê ya li budçeya giştiya Iraqê, hatin nirxandin.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî derbirîna spasî û pêzanînên Herêma Kurdistanê ya ji bo piştgirî û hevkariyên Holanda ya li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Daîş de, dûpat kir ku ji bo rexsandina bingeheke baştir ya ji bo rakêşana veberhênan û sermayeguzariya biyanî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, hêsankarî û yasayên hander û çêkirina rewşa bankdariyê pêwîste û li vî derbarî de divê hengavên baştir bêne avêtin.

Li civînê de ku birêz Hans Akerboom Konsolê Giştî yê Holanda li Herêma Kurdistanê amadebû, rewşa rojnamevanî û azadiya raderbirînê li Iraq û Herêma Kurdistanê, hilbijartinên paşerojê ya li Iraqê û girîngiya rola çavdêriya Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewrûpa û civaka navdewletî ya li hilbijartinanda, proseya çaksaziya li Iraq û Herêma Kurdistanê, parastina aramiya Iraqê û rêkar û hewlên ji bo baştirkirina rewşa aboriya Iraqê û çend pirsên dinên ji bo her du aliyan girîng û hevbeşbûn, xistin ber behs û guftûgoyan.