Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Holandayê kir

2021-11-23T08:09:16.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Nîvroya îro dûşem 22.11.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Michel Rentenaar Balyozê Holanda li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa Iraqê, bi taybetî hilbijartin û ew gengeşeyên di derbarê encamên wê hene, pêşxistina bi peywendiyên Holanda li gel Iraq û Herêma Kurdistanê li hemû waran da, rola hêzên Holandî ya li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş da û alîkariya Holanda li gel Wezareta Pêşmerge ya ji bo çaksazî û rêkxistina Pêşmerge, hate nirxandin.

Her du alî hevra bûn li ser wê yekê ku kêşeyên di derbarê bi encamên hilbijartina Encumena Nûnerên Iraqê bi rêkarên yasayî û destûrî bêne çareser kirin û piştî pejirandina encaman dest bi guftûgo ya damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê bê kirin, her wiha tekez li pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan li gel Holanda kirin bi taybetî jî li warê çandin û veberhênan û kerta taybet û hehamengiya zanîngehî û akademiyê da.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî, spasî alîkarî û piştgîriya Holanda ya ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş da kir û rola aliyên peywendîdarên Holandayê ya ji bo çaksazî û rêkxistina Pêşmerge ku yarmetiyan pêşkêşî Wezareta Pêşmerge dikin bilind nirxand.

Rewşa navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijareke dinê hevdîtinê bû.‌