2023-10-18T17:10:05.000000Z
Roja çarşemê 18.10.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di civînekê da digel birêz Futoshi Matsumoto Balyozê Japonê li Iraqê, zêdetir berfirehkirina têkiliyên Japonê digel Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aborî da, girîngiya seqamgîriya siyasî û emnî ya ji bo veberhênanên biyanî û Japonî gotûbêj kirin.
Her du alî hevdeng bûn ku aramiya siyasî û ewlekariya li Iraqê were parastin ji bo ku jîngeheke guncaw ji bo sermayerazandinên biyanî çêbibe û kar û çalakiyên kerta taybet zêdetir pêş bikeve û herwiha behsa wan derfet û waran kirin ku kompaniyên Japonî li Iraq û Herêma Kurdistanê bikaribin têda kar bikin.
Têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, pirsa bûdce, mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî bi giştî çend mijarên din yên civînê bûn.