2021-10-25T11:40:04.000000Z
Sibehiya îro dûşem 25.10.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi helkefta dawî hatina erkê wî, pêşwaziya birêz Ulric Shannon Balyozê Kanada li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî spasî erk û keda birêz Balyozê Kanada li Iraqê ya ji bo pêşxistina peywendiyên welatê xwe ya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû da xwest. Birêz Balyozê Kanada jî dûpat kir ku welatê wan bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û hêvî xwest li hemû waran de peywendiyên wan bêne pêşxistin.
Nirxandina hilbijartinên Iraqê û beşdariya çavdêrên Kanadî li proseya dengdanê da, helwesta aliyên Kurdistaniyan û nêrîna ji bo rewşa dawî ya hilbijartinan, proseya pêkanîna Hikûmeta Federaliya Iraqê, pirsa azadiyan û azadiya raderbirîn û ragihandinê li Herêma Kurdistanê, çend mijareke dinê hevdîtinê bûn ku birêz Berpirsê Nivîsîngeha Balyozxaneya Kanada li Hewlêrê amade bû.