2023-10-13T12:01:08.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 11.10.2023ê, pêşwaziya Thomas Siller Balyozê nû yê Yekîtiya Ewrûpayê li Iraqê û şandeke pê ra kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna birêz Siller weke Balyozê nû yê Yekîtiya Ewrûpayê li Iraqê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû da xwest û piştevaniya Herêma Kurdistanê li kar û çalakiyên wî û hemahengiya digel Yekîtiya Ewrûpayê nîşan da.
Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê kêfxweşiya xwe ji bo hevdîtina bi birêz Serokê Herêma Kurdistanê û karkirina li Iraqê nîşan da û bi kurtî planên xwe ji bo paşerojê li Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aborî, aramî û mafên mirovan da eşkere kir.
Gotûbêjkirina rewşa penaberan û mekanîzmayên rêgirtina li koçberên neyasayî û çendîn pirsên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş jî hatin gotûbêjkirin.