Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Urdinê kir

2021-10-25T11:36:58.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Sibehiya îro dûşem 25.10.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Fuad Elmecalî Konsolê Giştî yê nû yê Şahnişîna Urdina Haşimî li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê û hêviya serkeftin, piştevaniyê ji bo serkeftina kar û erkên wî de derbirî, her wiha spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ya ji bo piştgîriya berdewamiya rêzdar Şah Abdullahê duyem Şahê Urdinê di demên dijwar de dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Konsolê Giştî yê Urdinê ji bilî derbirîna xweşhaliya destbikarbûna xwe dûpat kir ku bi peroşiyê ve ji bo karkirina li gel sazî û damezraweyên Herêma Kurdistanê û ber bi pêşvebirina peywendiyan dinêre.

Her du alî hevra bûn ku peywendiyên Herêma Kurdistan û Urdinê dîrokîne û bihayên hevbeş wan kom dike û derfeta berfirehkirina warên peywendî û alîkariyên hevbeş zêdetire ku sûd ji bo Herêma Kurdistan, Iraq û Urdin dibe.

Hilbijartinên Iraqê, hewlên ji bo damezrandina Hikûmeta nû ya federal, pejika Kovid-19 û encamên wê, proseya derzîlêdana dijî pejikê, kar û çalakiyên revenda Urdinî li Herêma Kurdistanê û pirsa aramiya li Urdin û Iraq û navçeyê bi giştî, çend mijareke dinê hevdîtinê bûn.