2022-04-12T13:58:23.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, sipêdehiya roja sêşemê 12.04.2022 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Karel Kortanek Konsolê Giştiyê Komara Çek li Herêma Kurdistanê kir.
Di dîdarekê da, Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li mêhvanê xwe kir ku weke Konsolê nû yê Komara Çekê li Herêma Kurdistanê dest bi kar kir û ji bo kar û xebatên wî hêviya serkeftinê xwest û got ku ji bo serxistina erkê wî, ew amadeye hemû hevkarî û piştevavaniyê jê re bike. Serok Nêçîrvan Barzanî got ku Herêma Kurdistanê dixwaze di hemû waran da têkiliyên xwe digel Komara Çekê berfireh bike, her wisa, spasiya Komara Çekê kir ku di dema şerê diji Daîş da û di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî da piştevanî û hevkariya Herêma Kurdistanê kir.
Konsolê Giştiyê Komara Çekê, ji aliyê xwe ve, kêfxweşiya xwe diyar kir ku ew weke Konsolê Çekê li Herêma Kurdistanê dest bi kar û erkê xwe dike û got ku welatê wî girîngiyê bi berfirehkirina têkiliyên xwe yên di hemû waran de digel Herêma Kurdistanê dide.
Têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, pêkvejiyan û kultûra lêborînê li Herêma Kurdistanê, derfetên kar û berhemanîna Çekê li Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawiyê yên rewşa siyasî li Iraqê, rewşa şerê li Ukraynayê û bandora wî şerî li ser deverê û pêşhatên herêmî bi giştî mijarên din yên dîdarê bûn.