2023-10-23T12:31:17.000000Z
Îro danê sibê 23.10.2023 ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Mark Straw Konsulosê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê kir û derbarê pêşhatên dawî yên rewşa aloza li navçeyê û rûdanên bi armanckirina hêzên Hevpeymanan û hevahengiya emnî di navbera Hewlêr û Bexdayê da nêrînên xwe li hev guhertin.
Her du alî dilgiraniya xwe li hember îhtimal û metirsiya berfirehbûna aloziyan û derencamên wê li Rojhilata Navîn nîşan dan û tekez li ser girîngiya parastina hêzên Hevpeyman û nûnerên dîplomatîk li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û berdewamiya harîkarî û hevahengiya navbera artêşa Iraq û Pêşmerge ji bo parastina aramî û seqamgîriyê bi pêwîst zanîn.
Çend mijarên din yên ku xwedî berjewendiyên hevbeş hatin nirxandin.