Îro yekşemê 10.11.2024ê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtinekê da, bi boneya bi dawî hatina erkê wî, rola birêz Nesrullah Reşnûdî Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê di pêşxistina peywendiyên Îranê bi Herêma Kurdistanê ra bilind nirxand û hêvî jê ra xwest ku di erkê xwe yê paşerojê da serkeftî be.
Ji aliyê xwe ve, rêzdar Reşnûdî spasî û pêzanînên xwe ji rayedarên pêwendîdar yên Herêma Kurdistanê ra kir ku digel wî û Konsulxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê ji bo serxistina erkên wî, hevkarî û alîkarî kirine.
Her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê di hemû waran de kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Îranê kir
2024-11-10T08:50:00.000000Z