2024-06-13T22:16:24.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê 13.06.2024ê li bajarê Hewlêrê, di civînekê da bixêrhatin û pîrozbahiya destbikarbûnê li birêz Erman Topcu Konsulê Giştî yê nû yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê kir û hemû piştevaniya xwe ji bona serkeftina di erkê wî de nîşan da.
Ji aliyê xwe ve, birêz Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe bi destbikarbûna xwe nîşan da û tekez li ser wê yekê kir ku Tirkiye girîngiyê dide peywendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê ra û hêvî xwest ku ew bikaribe pêwendiyên her du aliyan zêdetir pêş bixe.
Rewşa Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî mijareke dinê hevdîtinê bûn.