2022-06-09T06:31:54.000000Z
Îro çarşemê 08.06.2022ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şandeyeka Parlementoya Almanyayê kir ku ji her du Parlementer Qasim Tahir Salih, Maks Luks û yarmetîderên wan û Konsolê Giştiyê Almanya bi Wekalet li Herêma Kurdistanê pêkhatibû.
Di hevdîtinê de peywendiyên Herêma Kurdistan û Almanya, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr - Bexda, jîngeh û bandorên guhertinên avûhewa û encamên wê yên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê, pirsên mafên mirovî, wekhevî, pirsên ciwanan, azadî û azadiya raderbirînê hatin gotubêj kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî, tekez li ser wê yekê kir ku ji bilî hebûna çend kêmasî û têbîniyên di derbarê azadî û parastina mafên jinan û wekheviyê, Herêma Kurdistanê li ser rêya rast dimeşe û ber bi paşerojeke baştir berdewam dibe li ser wan pêgavên erênî yên di van waran da hatine avêtin, her wiha di vê derbarê de pêşwaziyê li têbînî û hevkariya dostên xwe li civaka navdewletî dike.
Ji aliyê xwe ve şandeya mêhvan dûpat kir ku Almanya bi giringî ve li dostînî û pêgeha Herêma Kurdistanê dinêre û bi hevbeşeka xwe ya giring dibîne, her wiha balkişand li ser giringiya kultûra pêkvejiyanê, biratî û lêborînê ya ku di nav pêkhateyên Herêma Kurdistanê da heye û bi rû û sîmayeke xweşik da zanîn.