2023-07-22T10:26:07.000000Z
Êvariya roja çerşemê 19.07.2023ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li birêz Sebastien Lucornois Wezîrê Hêzên Çekdar yê Fransayê û şandeke pê ra kir.
Di civînekê da her du aliyan pêşhatên dawî yên şerê li dijî DAIŞê, berhingarbûna terorîstan û rewşa emnî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û navçeyê gotûbêj kir, her du alî hevfikir bû ku hêşta DAIŞ metirsiyeke rasteqîne ye li ser aramî û seqamgîriya deverê ji ber vê yekê Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstî bi berdewamiya piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî û Fransayê heye.
Serok Nêçîrvan Barzanî xweşhaliya Herêma Kurdistanê ji bo alîkarî û piştevaniya Fransayê ya ji bo gelê Kurdistanê di qonaxên cuda da nîşan da û bi taybetî jî amaje bi rola Serokê Fransa Emmanuel Macron ya ji bo piştevanî û hekariya Kurdistanê kir û tekez li ser wê yekê kir ku gelê Kurdistanê alîkarî û piştevaniya Fransayê ji bîr nake.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Hêzên Çekdarên Fransayê kêfxweşiya xwe bi serdana Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser wê yekê kir ku welatê wî dê berdewam be li ser piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bona parastina aramî û seqamgîriya Iraq, Herêma Kurdistan û navçeyê. Herwesa ji bona berhingarbûna metirsiya teror û DAIŞê li Iraq û Sûriyê.
Di civînê da ku, Balyozê Fransayê yê Iraqê û Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê jî tê da amade bûn, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo şerê li dijî terorê, rewşa navçeyê bi giştî û rewşa şerê li Ukraynayê û çend mijarên din yê xwedî berjewendiya hevpar hatin gotûbêj kirin.
Paşî her du aliyan di civîneke çapemeniyê ya hevbeş da behsa naveroka civînê kirin û di vê derbarê da, Serok Nêçîrvan Barzanî got:
Ez gelek kêfxweş bûm ku vê êvarê li vir li Hewlêrê pêşwaziya cenabê wezîr kir. Em bi germî bi xêrhatina wî bo Iraq û Herêma Kurdistanê dikin. Serdana wî peyameke giring ya berdewamiya piştevanî û dostaniya Fransayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê ye.
Me hevdîtinek baş kir. Me behsa şerê li dijî DAIŞê û têkoşîna li dijî terorê û tundrewiyê kir. Em her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku heta niha jî DAIŞ metirsiyeke rasteqîneye li ser asayîş û aramiya Iraq û navçeyê, lewma divê Hevpeymaniya Navdewletî û Fransa li ser piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam bin.
Me spasiya Fransayê kir ji bo berdewamiya piştevanî û dostaniya digel Herêma Kurdistanê. Gelê Kurdistanê alîkarî û piştgiriya Fransayê di qonaxên cuda da ji bîr nake. Em spasiya rola Serok Macron ji bo berdewamiya peywendî û piştevaniya wî li Iraq û Herêma Kurdistanê dubare dikin.
Em piştgiriyê didin rêkeftin û lihevtêgihiştina di navbera Iraq û Fransayê da dikin. Em dixwazin ku Herema Kutdistanê jî ji wan rêkeftin û lihevtegihiştina sudmend be. Bi taybetî di warê alîkarî û rahênankirina Pêşmerge da.
Me tekezî li ser berdewamiya hemahengî û hevkariya navbera Iraq û Herêma Kurdistanê digel Fransa û civaka navdewletî kir ji bo parastina aştî û aramiyê û rûbirûbûna wan gefên ewlehiyê li Iraq û navçeyê hene.
Me rewşa Şengalê, êzdî, mesîhî û pêkhateyan û girîngiya zemîne xweşkirinê ji bo vegerandina penaberên êzdî bo cihên wan behis kir. Di vî warî da em her du ali hevdeng bûn ku ji bo vê mebestê girîng e rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê da ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê were cîbicîkirin.
Em spasiya Balyozxaneya Fransayê li Bexdayê, cenabê Balyoz û Konsulxaneya Giştî li Helêrê dikin ji bo hewlên wan yên ji bo pêşxistina pêwendiyên Fransa digel Iraq û Herêma Kurdistanê.
Birêz wezîr careke din bi xêr hatî Hewlêrê.
Piştra Wezîrê Hêzên Çekdar yê Fransayê got:
Spas cenabê Serok Nêçîrvan Barzanî, spas ji bo vê pêşwaziya germ, spas ji bo van gotinên dostane û ji bo pêşwazîkirina min û şanda ku ez serokatiya wê dikim. Ez sipasiya Balyozê Fransa li Iraqê û Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê dikim.
Di demek pir taybet da ji bo hemû cîhanê ku, tê da gelek kêşeyên ewlehiyê hene ku divê em bi hev re rûbirû bibin, wekî ku me di civîna xwe da behis kir, Fransa xwe bihêz dike. Me, li parlemantoya Fransayê deng da qanûnek ji bo pesendkirina bûdceyeke bêmînak.
Dema ku ez dibêjim bê mînak, ew tedbîrên General Charles de Gaulle tîne bîra me di salên 1960-an da ji bo birêvebirina çendîn rewşên dijwar û kirîzan yên cihêreng yên wekî belavbûna çekên nawokî û vegera hevrikiya zilhêzan, ew jî weke; pirsgirêkên gerdûnî guhertina avhewayê û kêşeyên ewlehiyê yên li ser bejahî û deryayê hene, digel mijareke pir biloq li ser maseya gotûbêjan e ku ew jî teror e.
Wek ku min ji cenabê we ra got, Fransa bi kûrî têkiliyek hestyar bi vê pirsê ve heye ku, têkiliyek sozdaraneye, û mixabin pêwendiyek digel nehametiyan jî heye. Me teqînên li Parîs û Nice dîtin, û em dizanin ku xwîna ku li Fransa tê rijandin çi têkiliya wê bi bextreşiyê ra heye. Ji ber hindê Fransa di pirsa berhingarbûna terorê da, ne welatekî rojavayî yê asayî ye wekî yên din.
Ev jî me neçar dike bo dilrehet bûn ji encamên ku hêzên me li vir bi dest ve anîne bi rêya operasyona bi navê “şemal” naskiriye, û her wiha ew operasyonên di çarçoveya koalîsyona navneteweyî da hatine lidarxistin, piştrast bikin. Encamên van operasyonan li vir diyar in û aramiyek nîşan didin.
Bi kêmanî, têkoşîna li dijî terorê pissgirêkek berdewam dimîne. Weke dijwariyeke berdewam, weke dijwariyeke pir nazik ji bo her kêliyê, bi temamî li hemebr Îslama radîkal ku, Dewleta Îslamî (DAIŞ) e, karê me bi dawî nebûye. Ji ber vê yekê divê em di warê îstixbarat û perwerdeyê da hevkariya xwe bidomînin. Weke ku we behs kir, birêz Serok, ez navegerim ser wan, lê ev mifteyên paşerojê ne ji bo bilezkirina pirsgirêkên ewlehiyê.
Paşî dê me derfet hebe ku em werin ser mijarek din a cîhanî: Ukrayna. Ev mijarek e ku dîplomasiya Fransa di dema borî da pir pê mijûl bûye. Ev jî derfetek e ku em ji medyaya li vir û hem jî ji çavdêrên cihê ra bibêjin ku Fransa ne kurtbîn e dema ku dibêje qeyrana Ukraynayê gelek enerjiya rojava bi xwe ve mijûl kiriye. Em dizanin ku em çiqasî deyndarê dost û hemû hevkarên xwe ne ji bo rûbirûbûna hemû kêşeyên ku ji bo aramiya herêmê miftene û herwiha ewlekariya Kurdistana Iraqê û welatiyên Fransa.
Ev peyama vê serdanê ye, peyama dostanî û wefadariyê ye, ji bo xebatên heta niha hatine kirin û herwiha ji bo projeyan jî peyama spasiyê ye. Projeyên ji bo paşerojê li ser kêşeyên ku li ser milê mene, kêşeyên ku em bi berdewamî pê ra rûbirû dibin divê bi hev ra berhingarî wan pirsgirêkan bibin.
Dîsa gelek spas ji bo vê pêşwaziya germ. Ez bi serdana xwe ya yekem a Hewlêrê kêfxweş im ku qet ji bîr nakim.