Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Hevserokê DEM Partiyê kir

2026-10-13T07:58:00.000000Z
Nûçe

Sibehiya îro Sêşemê 13.10.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê pêşwaziyê li birêz Tuncer Bakirhan, Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) li Tirkiyeyê kir.

Di hevdîtinê de, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û dawîn pêşhat hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan tekez li ser girîngiya bikaranîna vê derfeta dîrokî ji bo bicihanîna aştiyê kirin û dupat kirin ku divê ji dest neçe, herwiha amaje bi pêwîstiya piştevaniya hemû aliyan ji bo pêvajoyê kirin.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê digel dupatkirina piştevaniya xwe ji bo pêvajoya aştiyê, amadebûna xwe ji bo her alîkariyeke pêwîst ji bo serxistina pêvajoyê nîşan da û tekez li ser girîngiya aştiyê ji bo asayîş û aramiya Tirkiyeyê û tevahiya navçeyê kir.

Ji aliyê xwe ve, birêz Bakirhan spasiya xwe û ya DEM Partiyê ji bo helwêst û hewlên berdewam ên birêz Serokê Herêma Kurdistanê di alîkarîkirin û piştevaniya pêvajoyê de anî ziman.