Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Partiya Komunîst a Iraq û Kurdistanê kir

2024-03-31T10:20:45.000000Z
Nûçe Peyam û Peywandî
Îro 31ê Adarê, salvegera damezrandina her du Partiyên Komunîst ên Iraq û Kurdistanê li serokatiya her du partiyan, endam, camwer û alîgirên wan li Iraq û Herêma Kurdistanê pîroz dikim û hêviya berdewamiya pêşketin û serkeftinê ji wan ra dixwazim.

Bi vê minasebetê em dîroka xebat, têkoşîn û rola neteweyî ya her du partiyan li Iraq û Herêma Kurdistanê û hebûn û beşdariya wan di nav tevger û jiyana siyasî da bilind dinirxînin û herwesa bi rêz û hurmet van têkoşeran bi bîr tînin yên ku temenekê dirêj ji bona xizmetkirina gel û niştiman di nav refên Partiya Komunîst da derbas kirin.

Silav li giyanê şehîdên Partiya Komunîst û hemû şehîdên Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31.03.2024