Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê rewşa Îraqê digel Balyozê Almanyayê dinirxîne

2022-03-28T19:15:55.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja duşmebê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li birêz Martin Beger Balyozê Almanyaya Federal li Îraqê kir.

Di civînekê da, her du aliyan pêşhatên dawiyê yên rewşa siyasî li Îraqê, xebatên ji bona serastkirina prosesa siyasî ku bibe hêvênê aramî û seqamgîriyê, têkeliyên Hewlêr-Bexdayê û rewşa Herêma Kurdistanê nirxandin.

Serok Nêçîrvan Barzanî, di civînê da, tekîd li ser wê yekê kir ku xala herî giring ji bo Îraqê û paşeroja siyasî li welat, seqamgîrî û derfetên diyalogê ye daku cudhiyan derbas bikin û bigehin bi xalên hevbeş û prosesa siyasî jî bi awayekî dirust biçe pêş.

Serok Nêçîrvan Barzanî, herwesa, dupat kir ku Herêma Kurdistanê wek hertim berheve ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan digel hikumeta Federal ya Îraqê bi rêya diyalogê û li ser bingehê destûra Îraqê bi awayekî ku hemû alî têda serkeftî bin û welat seqamgîr bibe û têkeliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê da asayî bibin.

Ji aliyê xwe ve, birêz Balyozê Almanyayê tevî diyarkirina bernameyê xwe yê serdana Herêma Kurdistanê, tekîd li ser wê yekê kir ku Almanya û welatên Ewropayê bi giringî ve li prosesa siyasî û seqamgîriyê li Îiraqê dinêrin û dixwazin prosesa siyasî pêngavan ber bi pêşve pavêje.

Di vê dîdarê da birêz Konisulê giştiyê bi wekalet yê Almanyayê li Hewlêrê digel şandeyekê bi birêz Balyozê Almanyayê rabûn.