2024-05-05T14:45:30.000000Z
Îro yekşemê 05.05.2024, li ser vexwandina fermî ya Komara Îslamî ya Îranê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, hevrê digel şandekê ku, ji birêzan; her du Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistsnê pêktê, serdana Tehranê dikin
Di vê serdana han da Serok Nêçîrvan Barzanî dê digel berpirsên payebilind yên Komara Îslamiya Îranê bicive û di wan civînan da dê behsa pêşxistina peywendiyên Îranê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra û hevkariyên di navbera wan da û herwesa pêşhatên navçeyê bi giştî gotûbêj bikin.