Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Wezîrê Rewşenbîrî kir

2022-02-12T10:05:50.000000Z
Peyam û Peywandî
Îro şemî 12.02.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li peywendiyeke telefoniyê da li gel birêz Hemeyê Heme Seîd Wezîrê Rewşenbîriya Herêma Kurdistanê, ji bo koça dawî ya xwedê jêrazî xanima Xerîbe Ezîz Baramê dayika wan, serxweşiyê lêkir.

Serok Nêçîrvan Barzanî, ji bilî derbirîna hevxemiyê, hêvî xwest xwedayê mezin giyanê xwedê jêrazî bi dilovaniya xwe şad bike û aramî û hedarê bi malbat û kesukarê wan bibexşê.

Ji aliyê xwe ve birêz Hemeyê Heme Seîd spas û pêzanînên xwe û malbata xwe ji bo peywendî û hevbeşiya Serok Nêçîrvan Barzanî ya li sersaxiya wan da derbirî.