2023-04-18T22:32:47.000000Z
Êvariya roja sêşemê 18.04.2023ê (27ê Remezanê) li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê mêvandariya hejmareke ji mamostayên olî, bi nûneratiya tevaya mamosteyên olî li Herêma Kurdistanê, şîvek rêkxist.
Di şîvê da ku, birêzan; Mistefa Seyid Qadir Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî amade bûn, di destpêkê de birêz Serokê Yekîtiya Zanayên Olî li Kurdistanê li ser navê amadebûyan spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir ji bo xebatên wî yên berdewam yên ji bo çareserkirina nakokiyên navxwe û yekrêzî û aramiya siyasî û hêvî xwest ku ew xebatên wî bibin sedema çareserkirina aloziyan û bi yekcarî dawî anîna bi nakokiyan.
Birêz Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, rola mamostayên olî di belavkirina hişyariya ayînî ya nerm û belavkirina ruhê xêr û çakxwaziyê û parastina xelkê Kurdistanê ji karîgeriya hizra tundrew bilind nirxand û dupat kir ku, mamostayên olî di şoreşên rizgarîxwazên gelê Kurdistanê da hertim li sengerên pêşiyê yên dakokîkirina ji mafên rewayên gelê xwe da bûn û ayîn û welatparêziya xwe bi hev ve girêdane. Serokê Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku divê em bi geşbînî li çareserkirina pirsgirêkên navxwe û pirsgirêkên hêlawestî yên digel Bexdayê binêrîn ji ber ku, ji bilî pêkhatinê tu rêyeke din li pêşiya aliyan nemaye û digel Bexdayê jî em li ser rêya rêkeftin û li hev têgihiştinê ne.
Birêz Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe da daxwaz ji mamostayên olî kir ku rêz û silavên wî bigihînin yek bi yek mamostayên olî li Kurdistanê û hêviya serkeftin û selametiyê ji bo hemûyan xwest û cejna wan pîroz kir.
Piştî fitarê, hejmarek ji mamostayên olî di atmosfereke olî da çendîn helbest û sirudên olî xwendin.