Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Balyozê Hîndistanê kir

2024-09-04T09:11:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro çarşemê 04.09.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Prashant Pease Balyozê Hîndistanê li Iraqê kir ku, bi helkefta bi dawî hatina erkê xwe ya li Iraqê serdana Hewlêrê kiribû.

Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya erk û hewlên birêz Pease yên ji bo pêşxistina peywendiyên bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra kir û hêviyê jê re xwest ku di erkê xwe yê nû da serkeftî be.

Ji aliyê xwe ve Balyozê Hîndistanê ji bo wê piştevaniya jê ra hatibû kirin da ku di erkê xwe da serkeftî be spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê kir û xwesteka welatê xwe jî ya ji bo pêşdebirina peywendî û hevkariyên hevbeş bi Iraq û Herêma Kurdistanê re nîşan da.

Di civînê da ku, Konsulê Giştî yê Hindistanê li Herêma Kurdistanê jî têda amade bû, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.