Îro piştî nîvro 02.09.2024ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê berê yê Almanyayê birêz Klaus Straicher û Konsulê Giştî yê nû yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê birêz Albrecht von Wittke kir.
Di hevdîtinê da spasiya kar û erkên birêz Konsulê Giştî yê berê yê Almanyayê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû da xwest û bixêrhatina Konsulê nû yê Almanyayê kir û hemû piştgiriya aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkê wî nîşan da.
Birêz Straicher, ji aliyê xwe ve, kêfxweşiya xwe bi xebata xwe ya li Herêma Kurdistanê nîşan da û piştgiriya aliyên peywendîdar yên ji bo serkeftina erkê xwe de bilind nirxand. Birêz Konsulê nû yê Almanyayê kêfxweşiya xwe bi destbikarbûna xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da û piştevanî û xwesteka welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên bi Herêma Kurdistanê ra nîşan da.
Di civînê da rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Di vê derbarê de Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser girîngiya hilbijartinan û serkeftina prosesa dengdanê ya ji bo Herêma Kurdistanê û got: Gelê Kurdistanê di hilbijartinan da serketiye û divê her kes hewl bide ku hilbijartin di atmosfereke aram da birêve biçe.
Pêşhatên dawî yên li herêmê bi giştî mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Giştî yê Almanyayê kir
2024-09-01T21:00:00.000000Z