2022-06-06T14:44:06.000000Z
Di berdewamiya hewlên xwe yên ji bo li hev nêzîkkirina bîr û ramanên aliyên siyasî û pêkhateyan yên ji bo amadesazî û birêveçûna hilbijartinên paşerojê yên Herêma Kurdistanê, nîvroya îro roja dûşemê 06.06.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel aliyên siyasiyên pêkhateyan û Parlementer û nûnerên wan, civiya.
Di kombûnê da nûnerên pêkhateyan bîr û boçûnên xwe yên di derbarê hilbijartinan û yasaya hilbijartin û parêzgeriya li mafên wan xiste rû, her wiha tekez li ser girîngiya rol û piştgîriya Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya ji bo parastina mafên wan û rêzgirtina li bîr û raman û têbîniyên wan yên di derbarê wan pirsan kirin ku peywendî bi mafên wan ve heye.
Serok Nêçîrvan Barzanî, ji bilî derbirîna hemû piştgîriyek ji bo mafên pêkhateyan û parastina wan, tekez li wê yekê kir ku divê pêkhate bi xwe xwediyê biryara xwe bin û rêz li bîr û raman û biryarên wan bên girtin, her wiha wan piştrast kir ku rê bi tu hewleke ji bo sînordarkirina mafên pêkhateyan nayê dayîn, bi taybetî li pirsa hilbijartin û nûnerayetîkirina wan da li Parlemento û saziyên din yên Herêma Kurdistanê, bi berevajiyê ve heta di şiyanê daye divê girîngiyeke zêdetir bi mafên wan bê dayîn.
Ji aliyê xwe ve aliyên siyasî û nûnerên pêkhateyên li Herêma Kurdistanê, spas û pêzanînên xwe ji bo helwestên Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kirin û tekez li ser rola rêzdar ya di war parastin û kûrkirina ruh û giyanê pêkvejiyanê û hevdû qebûlkirin û lêborîniya li navbera pêkhateyên gelê Kurdistanê da kirin û bi mîsogeriya parastina mafên wan dane zanîn.