Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser parastina mafên mirovan û azadiyan kir

2023-08-07T19:25:15.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Îro danê êvarê roja duşemê 07.08.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Volker Turk Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan yê NY û şandeke pê ra kir.

Di hevdîtinê de behsa armanca serdana wan hate kirin ku, yekem serdana wan e bo Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa mafên mirovan û azadiyan, jîngeha kar û çalakiyên rêxistinên civaka sivîl û azadiya rojnamevaniyê, derfet û pirsgirêkên rojnamegeriyê li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotubêj kirin.

Di vê derbarê da Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Netewên Yekgirtî di çarçoveya gotûbêj kirina bername û armanca serdana xwe de, çendîn têbînî li ser çend warên rewşa mafên mirovan, azadî û kar û xebatên rêxistinên civaka sivîl li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Serok Barzanî ji aliyê xwe ve tekez li ser pêdagirbûna Herêma Kurdistanê ji bo parastin û pêşvebirina demokrasî, mafên mirov, azadî, azadiya derbirînê, wekhevî û dadperweriyê kir.

Di vê derbarê de, Serok Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji dezgehên NY yên di wan waran da kir ku weke hevbeşekî hevkariyê pêşkêşî aliyên peywendîdar yên Iraq û Herêma Kurdistanê bikin, bi taybetî ku Iraq û Herêma Kurdistanê di qonaxa veguhestinê da ne û pêwîstiya wan bi alîkarî û piştevaniyê heye.