Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Wezîrê Derveyê Îranê peywendiyan guftûgo kirin.

2025-02-26T13:00:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Îro çarşema 26.02.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li çarçêweya karên sêyemîn Korbenda Hewlêrê da, bi birêz Seîd Xetîb Zade Cîgirê Wezîrê Derveyê Komara Îslamiya Îranê re civiya.

Li kombûnê da peywendiyên Herêma Kurdistan û Îranê û çawayî ya bi hêz kirina hevkariyên hevbeş yên li warên cûda de guftûgo kirin. Her wiha di derbarê rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her du alî tekez li ser girîngiya berdewamiya peywendî û hemahengî ya ji bo bi hêz kirina peywendiyan kirin ku bi awayekê xizmetê bi berjewendiya hevbeşên her du aliyan de bike. Her wiha li ser pêwîstiya peyrew kirina diyalog û hevdû têgihiştina çareser kirina kêşeyan û bi hêz kirina aramiya li navçeyê da, hevra bûn.

Çend pirseke dinê girîngên hevbeş, mijarên dinên vê civînê bûn.