2023-05-02T15:17:54.000000Z
Îro sêşemê 02.05.2023ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mohsin Mendelewî Cîgirê Yekem yê Serokê Parlamentoya Iraqê kir.
Her du alî li ser pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya welat, kar û bernameyên Hikûmeta Federal ya Iraqê, projeyasaya bûdceya Iraqê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê dîtin û nêrînên xwe li hev guhertin.
Her du alî li ser girîngiya hevkariya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê da ji bo derbaskirina dijwariyan, çareserkirina pirsgirêkan û parastina aramiya siyasî li Iraqê hevhizir bûn û tekezî li ser pêwîstî û girîngiya pejirandina yasaya bûdceyê û cîbicîkirina karnameya hikûmetê kirin.
Çend mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş aliyên din ên civînê bûn.