
Li duyem roja serdana xwe ya Tehranê, êvariya îro dûşem 19.05.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Elî Ekber Ehmediyan Emîndarê Encumena Bilinda Asayîşa Neteweyî ya Komara Îslamiya Îranê re civiya.
Li civînê de peywendiyên Komara Îslamiya Îranê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re guftûgo kirin û di derbarê hemahengî û alîkariyên hevbeş, bi taybetî li warê parastina asayîş û aramiyê da, danustandina bîr û ramanan kirin.
Di mijareke dinê civînê da Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser helwesta Herêma Kurdistanê kir ku bi tu awayekê rê nade ax û tixûbên wî bibin çavkaniya gefên li ser asayîşa welatên cîran.
Pêşhatên dawî û rewşa Rojhilata Navîn û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinên vê civînê bûn.

