Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, êvariya roja înê 24.05.2024ê li bajarê Ebûdabî, ji aliyê Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan ve hate pêşwazî kirin.
Di hevdîtineke dostane da peywendiyên Îmarata Erebî digel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kirin û her wiha li ser pêşhatên dawî yên li navçeyê danustandina bîr û ramanan kirin.
Her du aliyan tekez li ser pêşxistina têkiliyên di warên aborî, bazirganî û hevkariyên di warê enerjiyê da kirin û herwesa behsa derfet û warên sermayerazandin û veberhênana Îmaratî li Iraq û Herêma Kurdistanê û bi taybetî di warên jêrxan û projeyên geşepêdanê da gotûbêj kirin.
Di derbarê rewşa Rojhilata Navîn û encamên wê, her du aliyan li ser girîngiya karkirina hevbeş û hevkariya hevbeş û gişt alî ya welatan ji bo parastina aştî û aramiyê û nehiştina berfirehbûba aloziyan de hemfikir bûn.
Her du serokan, her wiha peywendiyên Hewlêr û Bexdayê digel welatên cîran û navçeyê, guhertina av û hewayê û encamên wê û çendîn mijarên din yên cihê girîngiya her du aliyan bûn di civîna xwe da gotûbêjkirin.