
Piştînîvroya îro çarşem 23/4/2025 birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwazî li birêz Dr. Berhem Salih, Serokkomarê berê yê Iraqê kir.
Di hevdîtinekê de rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û hewlên avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rewşa giştî ya Iraqê gotûbêj kirin, herwiha derbarê pêşhatên dawîn yên herêmê de, dîtin û ramanên xwe guherandin.
Herdu aliyan bi pêwîst zanîn ku lez li avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê kirin, herwiha tekezî li ser girîngiya xurtkirina û hevahengî û hevkariya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê de kirin, bi awayekî ku xizmeta aramiya welat û berjewendiya welatiyan bike.