Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomar tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê kirin

2024-01-14T11:29:39.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ Nûçe
Îro danê sibê roja yekşemiyê 14.01.2024ê li bajarê Bexdayê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Dr. Ebduletîf Reşîd Serokomarê Iraqa Federal civiya.

Di civînê da, rewşa siyasî û emnî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û gotûbêjên çareserkirina pirsgirêkên wan, pêşhatên dawî yên navçeyê û bandor û encamên wê li ser deverê, hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da li ser esasê destûrê, şandina şayesteyên darayî, bûdce û mûçeyên Herêma Kurdistanê û berdewamiya diyaloga di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal ji bona wê armancê kirin. Herwesa hevfikir bûn ku, nabe jîn û jiyana xelkê Herêma Kurdistanê bi pirsgirêkên siyasî ra bê tevlîhev kirin.

Di derbarê aloziyên navçeyî û eger û lêkeftên wê da jî, dupat kirin ku, nabê Iraq bikeve nav nakokiyên navçeyî û hemû aliyek ji bo parastina berjewendiyên bilind û aramî û aştî û dûrxistina welat ji hemû aloziyan bixebitin.