Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê civiyan

2025-01-13T12:18:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Îro piştî nîvro 13.01.2025ê li bajarê Bexdayê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd, Serokomarê Iraqa Federal re civiya.

Di civînê da rewşa siyasî, emnî û aborî ya welat û peywendiyên di navbera desthilata federal û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên li navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Her du alî tekez li ser berdewamiya diyaloga di navbera aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê û rayedarên federalî û çareserkirina xalên nakok li gor yasa û destûrê û dabînkirina şayeste û mûçeyên karmend û xanenişînên Herêma Kurdistanê kirin.

Di vê derbarê de her du aliyan li ser girîngiya serdanên di navbera berpirsên Hikûmeta Federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo gihiştina têgihiştineke hevbeş û bihêzkirina prensîbên diyaloga avaker û bi bandor ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan û derbaskirina astengiyan de hemfikir bûn.

Serok Nêçîrvan Barzanî balkiṣand li ser wê yekê ku pêwîste Hikûmeta Federal şayîsteyên darayî yên Herêma Kurdistanê dabîn bike û tekez li ser wê yekê kir ku têgihiştin û çareserkirina kêşeyan dibe alîkar ji bo bihêztirkirina peyvendiyên di navbera her du aliyan da û spasiya hewlên Serokomar yên ji bo çareserkirin û şopandina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da kir.