2021-11-23T08:12:59.000000Z
Êvariya îro dûşem 22.11.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya xanima Ann Linde Wezîra Derveya Swêdê û şandeke li gel da kir.
Li civînê de rewşa Iraq û hilbijartinên Encumena Nûneran û Encamên wê, peywendiyên Swêd li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, derfeta veberhênan û sermayeguzariya Swêd li Herêma Kurdistanê, rewşa koçber û penaberan, rewşa wargeha Hol li Sûriye, gefên Da'îş, warên demokrasî, mafê mirov, azadîyan, wekheviya cinsî û cênderî, sîstema dadwerî li Iraq û Herêma Kurdistanê û gefên guhertina keşuhewa bi taybetî li ser Iraqê, hatin guftûgo kirin.
Her du alî tekez li ser girîngiya aramiya siyasî li Iraqê û gihîştina aliyên siyasî bi hevdû têgihiştinek ji bo paşeroja proseya siyasî li welat û yek alîkirina her têbînî û kêşeyek li ser encamên dengdanê li Iraqê kir ku li encamê da hikûmetek lê derbikevê, daxwaz û xwestên welatiyên Iraqê li jiyan û guzeraniyeke baştir û xizmetguzariyan ber bi çav bigre.
Li beşeke dinê civînê de di derbarê girîngiya berdewamiya hewlên ji bo baştirkirina rewşa jinan li Iraq û Herêma Kurdistanê û beşdarî û hevbeşiya çalaktir û zêdetir li proseya siyasî û birêvebirina welat da danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser parastina demokrasî û azadiyan û mafê mirov û wekhevî û baştirkirina sîstema dadwerî û dadgehan kirin.
Peywendiyên Hewlêr - Bexda, peywendiyên Herêma Kurdistan û welatên hevsû û cîran, hewlên wan ya ji bo dadgehîkirina terorîstên Da'îş, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijareke dinê civînê bû.