 
                
            Îro êvarî pêncşemê 30/10/2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, beşdarî merasîma derçûna Zanîngeha Kurdistan – Hewlêr a sala 2025an kir, ku tê de (526) mezûnên beşên cuda yên çar kolêjan bawernameyên xwe yên zanîngehê wergirtin.
Di axaftinekê de, li gel pîrozbahîkirina derçûyan, dêûbav, xizm û mamosteyên wan, Serok Nêçîrvan Barzanî ronahî xiste ser nêrîn û wan bingehên ku Zanîngeha Kurdistan – Hewlêr li ser hatiye damezrandin, her wiha behsa girîngiya zanist û zanyariyê di pêşxistina civakan de kir.
Birêz Serokê Herêma Kurdistanê herwiha rola ciwanên Kurdistanê yên perwerdekirî û bi zanist û teknolojiyê hatine mezin kirin ji bo avakirina niha û paşeroja welat girîng nirxand û wan teşwîq kir ku bi wêrekî bikevin warên xizmeta gel û welatê xwe.
Ev e jî naveroka gotara Serokê Herêma Kurdistanê ye:
Derçûyên delal!
Dêûbav û xizmên wan ên hêja!
Mamoste û amadebûyên birêz...
Êvara we baş!
Ez kêfxweş im ku em bi hev re beşdarî merasîma xûla mezûnbûna 2025an a Zanîngeha Kurdistan – Hewlêrê dibin.
Ji dil, bi germî pîrozbahiyê li we derçûyên ezîz dikim, pîrozbahiyê li dêûbavên we, li xizmên we û li mamosteyên we dikim. Hemûyan bi we re zehmetiyê kişandin. Ew jî beşek ji vê serkeftina îro ne. Em hemû bi we serbilind in.
Derçûyên delal!
Îro ji bo we û ji bo Kurdistanê rojek girîng e. Ji ber ku hûn tenê (526) mezûn nîn in ku we di beşên cuda yên çar kolêjên zanîngehê de bawernameyên xwe wergirtine, lê belê hûn hêzeke bihêz û girîng in ji bo xizmet û pêşxistina Kurdistanê. Hûn paşeroja gelê xwe ne.
Nozdeh sal berê, damezrandina Zanîngeha Kurdistan – Hewlêr li ser nêrînek zelal bû:
Me saziyeke perwerdehiyê ya bi kalîteya bilind û asta zanistî ya bilind hebe, ku ligel pêşketinên teknolojîk, aborî û siyasî yên cîhanê bimeşe. Di pêşxistina Herêma Kurdistanê de beşdar û hevpar be. Li ser wê baweriyê hat damezrandin ku paşeroja Kurdistanê di mejiyê ciwanên wê de ye.
Armanc damezrandina ya herî baş bû, ne ya herî mezin. Li gel saziyên zanistî û zanîngehên din ên Kurdistanê, zanîngehek bi zimanê Îngilîzî hebe, ku tê de zanist û zanyarî bi nûbûnê re bibin yek. Cihê ramanên azad, ji bo vekirîbûn û ramana rexneyî. Ji bo afirandina ciwanek ku di paşerojê de serkirdayetiyê bike, wê wêrekiya biryarê bide û xwediyê înîsiyatîfê be.
Ew ciwanên ku em her dem paşerojek bihêz û geş a Kurdistanê di çavên wan de dibînin. Ew ciwanên ku hêvî û serbilindiya me hemûyan in. Gelek spas û hûn hemû cihê serbilindiyê ne. Ew ciwanên ku gel û welatê xwe hez dikin û dixwazin welatê xwe bigihînin asta welatên pêşketî yên cîhanê.
Zanîngehek, ku armanca wê ya yekem û dawî, hînbûn û zanyarî û zanist be. Karînên zanistî yên herî baş ên wan ciwanên zîrek ên Kurdistanê bicivîne ku bi xwendin û hînbûnê, bi zanist û zanyariyê, dikarin paşerojeke geş ji bo xwe û ji bo gel û ji bo welatê xwe ava bikin.
Ji ber wê derçûyên delal, îro dawiya rê nîn e. Îro destpêka riyeke dûr û dirêj e ji bo jiyana we ya kirdarî, ji bo xizmet û kar û beşdarîyeke çalak di avakirina Kurdistanê de.
Cihê serbilindiyê ye ku navê Zanîngeha Kurdistan – Hewlêr, her dem hevwateya zanîngehên herî baş bûye. Mezûnên wê, di zanîngehên herî navdar ên wek Columbia, Harvard li Amerîka, Oxford û Koleja Şahane li Brîtanyayê, ne tenê xwendina xwe domandine, lê belê geş bûne û hinek ji wan jî vegeriyane welat û îro xizmeta welatê xwe dikin. Bi rêjeya (90) heya (95) ji sedî, di hinek beşan de jî heya (99) ji sedî, mezûnên wê di sektora giştî, an jî kertên taybet de hatine damezrandin, dibin xwedî kar, an jî kar dibînin.
Her dem baweriya min ew bûye ku avakirina mirov, mirovsazî, mezintirîn avakirin e. Em her dem dikarin kevir li ser kevir deynin û avahiyan ava bikin, lê tiştê ku welat û civaka pêşketî ava dike û wan zindî dihêle, mirov e.
Rêzdaran!
Li gel hemû wan zehmetiyên ku di dehsalên borî de em rûbirûyê wan bûne, me li Kurdistanê gelek kar kiriye. Mezûnên îro, nifşek bextewar in ku di azadiyê de ji dayik bûne, lê yên ku di dema dîktatoriyê de jiyane, baş dizanin Kurdistan ji kîjan wêraniyekê, bi kîjan qurbanîdan û zehmetiyê, gihîştiye îro!
Bi nêrînek zelal ji bo paşerojê, bi îradeyek bihêz, me bingeheke perwerdehî û ramanî ya bihêz li Kurdistanê daniye. Lê belê em wê jî dizanin ku hîn riyeke dirêj li pêşiya me heye. Me li Kurdistanê pêwîstî sîstemeke perwerdehiyê û hînbûnê heye, ku li gorî pêwîstî û pêşketinên serdemê, xwedî şiyana nûkirina xwe ya domdar hebe.
Sîstemek ku raman û bingeh û armanca wê, hînbûn û perwerde be, ne wergirtina bawernameyan. Fahmkirin be, ne jibîrkirin. Nûbûn be, ne dubarekirin.
Nifşê nû yê Kurdistanê divê xwedî ramana rexneyî û objektîf be, pirsan bipirse, lêkolîn bike, nîqaşên azad bike. Ji ber ku hişê vekirî, bingeha pêşketina her civakekê ye. Tenê civaka pêşketî di heman demê de xwedî şiyana rexne, reform û avakirinê heye.
Mezûnên delal!
Ciwanên hêja yên Kurdistanê!
Hûn, ew nifş in ku di dema damezrandina zanîngehê de, me xeyalên wan dikir. Ew kesên ku dikarin çarenûsa gelekî biguherînin. Hûn bersivek pratîkî ne ji bo wan pirsgirêkên ku em rûbirûyî wan dibin. Hûn westiyan, we zanîngeh qedand. Lê peyama zanîngehê neqediyaye heya ku bi rastiya jiyanê û pêwîstiyên civakê û bazara kar ve neyê girêdan.
Serkeftina her zanîngehekê bi vê yekê ye: Gelo çiqas bandorek wê li ser civakê heye? Çiqas raman, berhem û pêşkêşî mirovahiyê dike?
Zanîngeh ew e ku nifşekî mezûn bike ku baweriya wan bi aştiyê hebe. Ji bo reform û baştirbûnê bixebite. Çareseriyê ji bo pirsgirêkên civakê bibîne. Zanîngehek ku şaristaniyek rastîn ava dike.
Em dixwazin zanîngehên me li Kurdistanê, motora pêşketina Kurdistanê bin. Her dem bibe qada zanist, raman û ronahiyê. Ji ber ku netewe, bi zanist û zanyariyê têne avakirin. Bi zanîngehê, raman nû dibe. Bi mirovên hişmend, azadî û pêşketin çêdibin.
Derçûyên delal!
Hêza rastîn a welatan, ne tenê di artêş û aboriyeke bihêz de ye, lê belê di hêza nerm û di zanist û zanyarî û di çand û vekirîbûnê de û di kapasîteya wan de ye ji bo avakirina pirên têkilî û hevparî bi yên din re. Ew amûrên me ne ji bo avakirina welatekî aram, bextewar û bihêz. Welatekî, ku pêşxistin û paşeroja wê, emanetek li ser stûyê we yên delal da ye.
Hûn nifşê wê raman û felsefeya ku me zanîngeh li ser damezrandiye ne:
Nifşek ku ala pêşketin û hînbûna domdar hilgirtiye.
Nifşek ku hêviya paşerojê ye û karwana avakirinê bi bawerî û berpirsiyariyê temam dike.
Ji bîr nekin, bawernameyên we peymanên berpirsiyariyê ne.
Ji bîr nekin ku mezinahî nayê dayîn, lê tê bidestxistin.
Loma peyama min ji bo we mezûnan, ji bo hemû ciwanên serkeftî yên Kurdistanê ev e:
Bibin nifşê dîjîtal ê Kurdistanê, nifşê zanîn û aştiyê. Nifşek ku teknolojî û mirovahî, welat û cîhan, raman û kiryar, bi hev re girêdide. Bidomînin, ji ber ku hînbûn karwanek e, di dirêjahiya jiyanê de domdar e.
Bi wêrekî bikevin nav jiyan û cîhanê, bibin pira di navbera resenî û pêşketinê, di navbera xewn û kiryarê de. Paşeroja xwe û welatê xwe li ser nirxên zanist, azadî û hêviyê ava bikin.
Herin di karên xwe de serkirde bin. Dilsozê nirxên xwe bin, dilsozê peyama xwe bin. Ji Kurdistanê hez bikin, welatê we ye. Bi hêvî li paşeroja welatê xwe binêrin.
Pîrozbahiyê li mezûnan dikim, ber bi pêş ve herin û paşerojê ava bikin. Di asta pîroziya welatê xwe de bin, di asta çaverêkirina gelê xwe de bin.
Her serkeftî bin. Dîsa pîrozbahiyê li we hemûyan dikim, her serkeftî bin.
Gelek spas
 
                        
                     
                        
                     
                        
                     
                        
                     
                        
                     
                        
                     
                        
                    