Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîra Dewletê ya Almanya yê ji bo Karûbarên Bergiriyê hevkariyên hevbeş nirxandin

2024-02-17T08:36:13.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Êvariya roja înê 16.02.2024ê Li Almanyayê di berdewamiya bernameyê xwe li Konferansa Asayîşê ya Munchenê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel xatûn Simtje Muller Wezîra dewletê ya karûbarên bergiriyê civiya.

Di civînê da, tevî nirxandina rewşa ewlekariya Iraqê û aloziyên navçeyê, her du aliyan behsa rol û beşdariya hêzên Almanyayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê da kir û ronahî xiste ser piştevaniya Almanyayê li Iraq û Herêma Kurdistanê.

Di vê derbarê da Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir ku hêzên wê li Iraq û Herêma Kurdistanê berdewamiyê bi erkê xwe didin, rola hêzên Almanyayê di warê yarmetîdan û piştevaniya Pêşmerge û proseya çaksaziyê li Wezareta Karûbarên Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bona yekxistina hêzên Pêşmerge bilind nirxand.

Di civînê da, herwiha, pêşhatên dawî yên şerê li Gezzeyê û bandor û encamên wî şerî gotûbêj kirin.