2024-05-07T11:30:24.000000Z
Roja sêşemê 07.05.2024ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê da digel birêz Asir Dawud El-Xurêzî Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqa Federal ku niha bi serdanekê li Tehranê ye, peywendî û asta tevgera bazirganî ya Iraq û Herêma Kurdistanê digel Komara Îslamî ya Îranê nirxandin.
Her du alî li ser kar û çalakiyên bazirganî û aborî yên Îranê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û çawaniya dirustkirina baştirîn derfetên bazirganî û rakirina astengiyan, danustandina bîr û ramanan kirin. Di vê derbarê da tekez li ser berfirehkirina sektora bazirganî ya di navbera her du welatan da kirin, ku bandoreke erênî li ser vejandina aboriya her du aliyan dike.