2024-05-06T17:14:51.000000Z
Îro piştî nîvro roja duşemê 06.05.2024ê li Tehranê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şandeya pê ra di civînekê da digel birêz Hisên Emîr Ebdullahiyan Wezîrê Derve yê Îranê peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Komara Îslamî ya Îranê nirxandin.
Her du alî tekez li ser girîngiya pêşxistina peywendiyên di navbera her du welatan da kirin û behsa zemîn û derfetên zêdekirina çalakiyên bazirganî û aborî û projeyên kerta taybet li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.
Di mijareke dinê hevdîtinê da rewşa siyasî û giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên li navçeyê hatin nirxandin û tekez li ser berdewamiya parastina aramiyê kirin.