2022-02-18T15:36:39.000000Z
Piştî nîvroya îro în 18.02.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li berdewamiya çalakiyên xwe ya li Konferansa Asayîşa Munich da, li gel birêz Tobias Lindner Wezîrê Dewlet yê Karubarê Derveyê Almanya re civiya.
Li civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahiya destbikarbûna li posta nû da wekî Wezîrê Dewlet yê Karubarê Derve, bi kurtî di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên proseya siyasî li Iraqê û gefên li ber wê xiste rû.
Birêz Lindner behsa proseya dirêjkirina erkê hêzên Almanî li Iraq û Herêma Kurdistanê kir û amadehiya welatê xwe ya ji bo berdewamiya piştgîrî û pêşkêşkirina yarmetî û meşq û rahênana serbazî ya Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.
Serok Nêçîrvan Barzanî di derbarê biryara dawî ya Dadgeha Bilinda Federaliya Iraqê di derbarê yasaya neft û gaz li Herêma Kurdistanê, dûpat kir ku wekî herdem Herêma Kurdistanê hewl dide kêşeyan li ser bingeha destûrê bêne çareser kirin.
Serhildana gef û metirsiya Da'îş, pirsa koç û rewşa koçberan li ser tixûbên Belarûsya, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên navçeyê bi giştî, mijareke dinê civînê bû.