2019-06-13T03:14:16.000000Z
Îro Çarşemê 12/6/2019an paşnîvro Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi amedebûna Xanim Dr. Vala Ferîd Seroka Perlemana Kurdistanê û Dadwer Bengîn Qasim Mihemed Serokê Encûmena Dadweriya Herêma Kurdistanê bi fermana Herêmê ya hijmara (1) ya sala 2019an û li gor birgeya (Dozdehem) ji Madeya (Dehem) ji Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê hijmara (1) ya sala 2005ê ya serastkirî û bi piştevaniya biryara Perlemana Kurdistanê hijmara (7) ya sala 2019an li rûniştina asayî ya hijmara (8) di (11/6/2019) de, biryara erkdarkirina Birêz Mesrûr Barzanî weke Serokê Encûmena Wezîran ji bo pêkanîna Kabîneya Wezarî ya Nehemîn ya Herêma Kurdistanê da.
Li gorî fermana Herêmê divê pêkanîna Kabîneya Wezarî di dema (30) sih rojî ji rêkefta derketina vê fermanê de derbas neke û ferman ji roja derketinê ve îro Çarşemê 12/6/2019an tê cîbicîkirin.
Li gorî fermana Herêmê divê pêkanîna Kabîneya Wezarî di dema (30) sih rojî ji rêkefta derketina vê fermanê de derbas neke û ferman ji roja derketinê ve îro Çarşemê 12/6/2019an tê cîbicîkirin.