Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya ji bo yekê Muherremê

2019-08-31T17:12:35.000000Z
Daxuyanî
Bi boneya Yekê Muherremê, serê sala nû ya koçî ve, bi germî pîrozbahiyê li hemû Misilmanên Herêma Kurdistan û Iraq û cîhanê dikîn. Hêvîdarîn sala xêr û xweşiyê bê û aştevayî û aramiyê li ser tevahiya mirovayetiyê da bikêşê.

Li vê helkeftê da dûpat dikîn ku Herêma Kurdistanê ji bo hemû pêkhatên olî û neteweyiyên xwe wekî herdem aliyê pêkvejiyan û lêborînî û tebayî yê dimîne û parêzgerê wê çand û kultûr û li tevahiya bihayên miroviyan dike.

Dûbare ev salveger li we hemûyan pîroz bê.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
1ê Muherremê 1441 ê Koçî
31.08.2019 ê Zayînî