2021-03-16T08:10:17.000000Z
Îro sîh û sê sal li ser kîmyabarankirina Helepçeyê bi destê rejîma Be'es û şehîdbûna zêdetirê pênç hezar welatiyên bêtawan û birîndarbûna hezarên din û wêranbûna bajar û derbederbûna xelkê wê da derbas dibe.
Li bîranîna ku tu demekê ji bîr neçûyê wê mergesata mezina li ser gelê me da hat, ji bilî rêz û silav û xwe çemandina li asta şehîd û qurbaniyan da, wekî herdem tekez li ser yekrêzî û tebayî û pêkveyiya hemû aliyan û pêkhatên Kurdistanê dikin. Wefadariya me ya ji bo xwîna şehîdan û bi vala neçûna ked û xebata gelê me, her ewe ji me dixwazê.
Li vê bîranînê de dûbare tekez li girîngîdana zêdetirê Helepçe û xelkê wê dikîn. Xizmeta birîndaran û kesukarên qurbaniyan, kar û hengavên zêdetir dixwazê ku hêjayê parêzgehê Helepçe û nîştecihên wê yên serbilind û sitemdîtî bê.
Dawakarîn Hikûmeta Iraqa Federal, wekî berpirsiyariyeke yasayî û exlaqî, li vî derbarî de erkê xwe bi cîh bike û ji bo qerebûkirina nîştecihên wê û jîngeha wêrankirî û jehrawîkirina parêzgehê Helepçeyê, hengavên kirdarî bavêje.
Li bîranîna mergesata Helepçeyê da daxwaz ji civaka navdewletî dikîn karên ciddî bikin bo ku qedexekirina berhemhênan û bikaranîna hemû cûre çekekî komkujî û nehiştina çek û teknolojiya mirinê. Divê eve xema hemû cîhanê ya bi navê parastina jiyan û jîngeh û şaristaniyetê da bê.
Şehîdên Helepçe û hemû şehîdên gelê me herdem li bîra mene û li wîcdana Kurdistaniyan da zîndîne. Silav û rêz ji bo giyanê wan yê pak.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16.03.2021