Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokayetiya Herêma Kurdistanê teqîna Kerbelayê şermezar kir

2019-09-21T06:29:24.000000Z
Daxuyanî
Bi tundî wê êrîşa terorîstî şermezar dikîn ku doh înê li bazgehekî bajarê Kerbela li rêya bombekî çandî ya di nava otombêlek ve hate encamdan û têda zêdetirê deh hemwelatî canê xwe ji dest dan û hejmareke din jî birîndar bûn.

Pirse û serxweşiyê li kesukarên qurbaniyan dikîn û hevsoz û hevxema wanîn. Xwedayê mezin bi bihûşta xwe wan şad bike û sebir û hedarê bide kesukarên wan, hêviya başbûna bi lez jî ji bo birîndaran dixwazîn.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
21/09/2019