2022-02-06T11:43:10.000000Z
Gelek mixabiniyê ve ji bo koça dawî ya malbata xwedê jêrazî Rehber Mihyedîn Mihemed Emîn, Serokê Fermangeha Kargêriya Giştî ya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ku li temeneke ciwan de koça dawî kir û em xemgîn kirin. Li vê xemgîniya malbata wan ya birêz da, pirse û sersaxiyê û hevsozî û hevderdiya xwe ya kûr pêşkêşî wan bi xwe û kesukar û hevkar û dost û hevalên wî dikim. ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê wî bi himbêz û dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê bi malbat û kesukarên wî û hemûyan bibexşê.
Kake Rehber birastî mînaka fermanbereke pak û dilsoz û karzan û pîşeyî û xemxurê kar û xizmetê bû, tu demekê ji xizmetkirinê nediwestiya, her ji bo wê yekê cihê rêz û xweşdivî û pêzanîna hemû hevkar û dewruberê xwe bû. Di demên dirêj ya xizmetê da, mînakeke xweşik ya miroveke nerm, aram, li serxwe, xizmetkar û lêborîniyê pêşkêş kir. Ez piştrastim bîranînên wî herdem li cem me û hevkarên wî bi zîndî dimîne.
Giyanê wî şad û bîranîna wî herdem bi xêr bê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
06.02.2022