2020-11-18T09:13:05.000000Z
Birêz John Lorimer Şêwirmendê Bilindê Serbaziyê Brîtanya yê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîka dûpat kir ku Brîtanya li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş da, li hevkarî û piştgîrkirina Herêma Kurdistan û Iraqê de berdewam dibê.
Berî nîvroya îro çarşem 18/11/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz General John Lorimer Şêwirmendê Bilindê Serbaziyê Brîtanya yê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîka û şandeke li gel kir ku piştî dawî hatina erkê xwe ji bo xatir xwestinê serdana birêz Serokê Herêma Kurdistanê kiribû.
Li hevdîtinê de ku birêz Stephen Hickey Balyozê Brîtanya li Iraqê amade bû, rewşa Iraq û navçeyê û pêwîstî û girîngiya hevkarî û hemahengî û karkirina ji bo parastina aramiya li navçeyê guftûgo kirin û ji bilî wê yekê ku birêz Lorimer berdewamiya hevkarî û piştgîriya Brîtanya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir, spas û pêzanînên welatê xwe ji bo hevkarî û hevbeşî û karkirina li gel Herêma Kurdistan û Iraqê derbirî. Serok Nêçîrvan Barzanî jî spasî hevkarî û piştgîriya Brîtanya yên ji bo Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji bo General Lorimer xwest.
Pêşhatên dawî yên şerê terorê û rûbirûbûna Da'îş, peywendiyên Hewlêr - Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, derbaskirin û pejirandina yasaya pirkirina kurtanîna budçeyê li Encumena Nûnerên Iraqê, rewşa emnî ya tixûbên Herêma Kurdistanê û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan hevbeş û girîngbûn, beşeke dinê vê civînê bûn.